H’emû nûçeSereke

Tagûhî Tovmasyanê bona pasîvîya li Qerebagê aşîtîparêzên rûs rexne kirine

Bi heyîna aşîtîparêzên rûs jî li Qerebagê him zîyana meriva û him jî zîyana têrîtorîya hebûye.Derheqa wê yekêda seroka komîsîya parlamênta Ermenîstanê, ya parastina mafên mêriv Tagûhî Tovmasyanê gotîye.

“Him kuştî û him jî birîndarên me hene. Meriv zîyanê dikevin, yên ku roja îroyîn malhebûna gundîtîyêva mijûl dibin. Ev hemû tişt careke mayîn şedetîyê dide, wekî Bekû heyîna aşîtîparêzên rûs  hesab hilnade”,- Tovmasyanê gotîye.

“Em gerekê bifikirin, ku heger wekîlên Rûsîyayê li wirin, diqewime dîsa şer hebe.Hazirîya rûsaye li wir  pêşîya xwestinên Adirbêcanê nagire. Dêmek em gerekê bona hemû tiştî amadebin”,-parlamêntvanê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button