H’emû nûçeSereke

Dawîyê Îranê kartên xweye lîstikê nîşan  bide: pêşezanê îranî derheqa “Korîda Zangêzûrê” da

Adirbêcan û Tirkîya gerekê nefikirin, wekî sebira Îranê bê sînore.Seheta dawîyê Îranê kartên xweye lîstikê nîşan bide. Fikira wî cûreyî pêşezanê îranî Êhsan Movahêdyan elam kirîye.

Nava gotara xweda ewî derheqa “Korîdora Zangêzûrê”  û encamên bona Îranê daye dîyarkirinê.

Pêşezan daye dîyarkirinê, wekî bila Adirbêcan û Tirkîya nefikirin, ku gefxwerinên wane hindava berjewandîya, sebira Îranê bêsînore.Dawîyê Îranê kartên xweye lîstikê bide kifşê, çawa ku ewê li Sûrîyayê, li Yêmênê û li Îraqê kirîye.

Bi gotina pêşezan, serokên Tirkîyayê û Bekûyê bi piştgirîya Anglîyayê û sîyonîsta dicedînin sînorên Qafqasîyayê û Asîya Rojavayê bidine guhartinê, li Sûrîyayê, Îraqê, Libnanê û Ermenîstanê tevlîhevbûnê sazkin, bona ku bo Îranê dijwarîyên gêopolîtîkî, êkonomîkî û ewlehkarîyê sazbin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button