H’emû nûçeSereke

Mîşêl derheqa pêwîstîya  vekirina korîdora Laçînêda daye dîyarkirinê: hevdîtina li Bryûsêlê

Serokê konsêya Avropayê Şarl Mîşêl pêwîst hesab dike ku korîdora Laçînê gerekê bê vekirinê û dibêje wekî halê sazbûyî gorî berjewandîyên tu kesî nîne.

“Armênprêss” ê ragîhandîye, wekî Mîşêl derheqa wê yekêda piştî hevdîtina tevî serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv gotîye rojnamevana.

“Gavên zelal hatine gotûbêjkirinê, bona ku alî bikin ku hal careke mayîn vegere ser pêvajoya normal. Min derheqa pêwîstîya vekirina korîdora Laçînêda da dîyarkirinê û min bihîst wekî Adirbêcan amadeye Agdamêva alîkarîya hûmanîtarî bighîne cîh.Yekîtîya Avropayê dîsa tevî pêvajoyê dibe,  bona ku di navbera wekîlên qeza Qerebagêye avtonome berê û Bekûyêda hevraxeberdan destpêbin, kîjan bona mafê binelîyên ermenî û ewlehkarîya wan bona gotûbkjkirinê girîngin”,- serokê konsêya Avropayê gotîye.

 Şarl Mîşêl guhdarî teglîfî  li ser halê Qerebagê kirîye û daye dîyarkirinê, wekî dora korîdora Laçînê hal qewîn nîne.

Bi gotina wî, wextê hevdîtinê alîya careke mayîn dane îzbatkirinê, wekî ew yekîtîya têrîtorîyayên hev nas dikin. Serokê Şêwira Avropayê serda zêde kirîye, wekî kifşkirina sînora gerekê li gorî dêklarasîya Alma- Atayê bê mîyaserkirinê. Mîşêl gotîye, wekî wextê hevdîtina sêalî, pirsên dîlên ermenî jî hatine gotûbêjkirinê.Ewî bîr anîye wekî bi beşdarîya serokatîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê careke mayîn wê hevdîtina pêncsalî, ya Ermenîstanê, Adirbêcanê, Yekîtîya Avropayê, Fransîyayê û Almanîyayê, payîzê li Granadayê pêk bê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button