H’emû nûçeSereke
Hûn zelal nînin, qet hinekî jî zelal nînin: Gêxam Stêpanyan gotîye Toyvo Klaar

Parêzerê Arsaxêyî mafên mêriv Gêxam Stêpanyan mîkrobloga xweye Twittere da encamên lêpirsînên li Adirbêcanê pêkhatî raber kirîye. Ji binelîyên cîh pirsîne, ku piştî wê yekê ku sala 2025 a aşîtîparêzên rûs ji Arsaxê derkevin, dema ku ew rastî zaroka ermenî bên, ewê çi bikin? 17 selefê beşdarên lêpirsînê gotine, wekî ewê zarokê bifroşin, 22 selefê wan jî gotine wekî ewê zarokê bi balta perçe-perçeyî bikin û bidine kûçika.
“Alîkarîya hûmanîtarî ji Axdamê bona Stêpanakêrtê? Vî resmî binihêrin û paşê bêjin. Hûn zelal nînin, qet hinekî jî zelal nînin, Toyvo Klaar.Temamîya civaka Adirbêcanê bi kîn û boxs li himberî ermenîya tijîbûyîye”,- parêzerê mafên mêriv nivîsîye.







