Civîna sêalî ya li Bryûsêlê di warê vekirina korîdora Laçînê de tu encamên berbiçav neda: Paşînyan

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan elam kirîye, ku civîna sêalî ya di navbera wî, serokê konsêya Avropayê Şarl Mîşêl û û serokê Adirbêcanê Îlham Alîyêv da li Bryûsêlê 15 ê tîrmehê de pêk hat, di warê vekirina korîdora Laçîn û derbazkirina krîzeya mirovî ya li Qerebaxê de tu encameke berbiçev nedaye.
Bi ragîhandina Armênprêss”ê, Paşînyan di axaftina xwe ya di destpêka civîna hukumetêda got:
“Mixabin vê hevdîtinê di warê vekirina korîdora Laçînê û derbazkirina krîzeya mirovî ya li Qerebaxê tu encameke berçev neda. Serokê konsêya Yektîya Avropayê di daxuyanîya xwe ya piştî hevdîtinê de, ji alîyê sîyasî ve li ser pêwîstîya vekirina korîdora Laçînê û her wiha pêwîste bi diyaloga di navbera Stêpanakêrtê û Bekûyê de li ser maf û rojeva ewlekarîya ermenîyên Qerebaxê bên çareserkirin”,-serokwezîr got.
Bawerîya alîyên ermenî hebûye û heye ku ev dîyalog bêyî tevlêbûn û mêxanîzmên navneteweyî nikare bi bandor be, bi kêmanî ji ber ku Bakû gotinên xwe yên êrîşkar û tehdîdkar li hember ermenîyên Qerebaxa Çîya didomîne, ku armanca wan ya kûr paqijkirina etnîkî li Qerebaxê ye.
“Niha ev ne îdîayek têorîke, lê planeke konkrete ku bi blokekirina korîdora Laçînê bi awayekî neyasayî pêk tê û dîyardeya raste-rast jî nebûna tam elektrîk, gaz, xwarin û tiştên din yên bingehîn ji Qerebaxê re ye, ji bo ku ermenî li Qerebaxê nemimkun bijîn”,-Paşînyan got.
Wî her wiha bi xemgînî bal kişand ser wê yekê ku biryarên qanûnî yên dîwana edaletê ya Navdewletî ya 22 ê sibatê û 6 ê tîrmehê ku Adirbêcan mecbûre korîdora Laçînê veke, heta îro nehatine cîbicîkirin.
Her wiha serokwezîr tekezî li ser berdewamîya xebata di vî warî de kir. Li gorî wî, ji bo ku krîzeya mirovî ya ku li Qerebaxê hatîye avakirin bi qasî ku pêkan be, di çapemenîya navneteweyî de pêwîst e xebat bên kirin.







