H’emû nûçeSereke
Wezîreta Ermenîstanêye karên der pirsên rojeva hevdîtina sêalî raber kirine

Îro wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan wê here Moskvayê. Derheqa wê yekêda wezîreta Ermenîstanêye karên der elametî belav kirîye.
“Hevdîtina dualî, ya tevî wezîrê Rûsîyayêyî karên der û ya sêalî, ya tevî wezîrên Rûsîyayê û Adirbêcanêye karên der têra hatine dîtinê. Pirsên derheqa ewlehkarîya herêmî, pêwandîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda, usa jî pirsgirêkên hûmanîtarî dikevine nava rojeva wan hevdîtina”,- nava elametîyêda hatîye dîyarkirinê.







