Serokatîyên Adirbêcanê mecbûrin ku bi rêya korîdora Laçînê tevgera azad garantî bikin:Borêl

Nûnerê Yekîtîya Avropayê, yê pirsên karên der û sîyaseta ewlehkarîye Jozêp Borêl daxuyanîyek da û wiha got:
Yekîtîya Avropayê ji rewşa mirovî ya giran ya li ser nifûsa herêmî li Qerebaxa Çîya, bi fikar e. Trafîka di rêya korîdora Laçînê re ji heft mehan zêdetir e ku tevî fermanên Dadgeha Navdewletî ya ji bo vekirina wê hatîye astengkirin.
Derman û tiştên pêwîst kêmin yan jî qet tunene, kîjan encamên xirab li ser binelîyên herêmî dihêle.
Serokatîyên Adirbêcanê mecbûr in ku ewlekarî û azadîya çûyîn-hatinê bi rêya korîdora Laçînê re garantî bikin û rê li ber zêdebûna krîzeyê bigirin.
Me her wiha bal kişand ser îradeya serokatîyên Adirbêcanê ji bo dabînkirina kelûpelan bi rêya bajarê Axdamê. Divê ev weke altêrnatîva vekirina korîdora Laçînê neyê dîtin.
Yektîya Avropayê herwiha tekez dike ku opêrasyonên li herêmê bi awayekî cidî hatine bandorkirin û daxwaza ji nû ve destpêkirina wê ya tam dike, di nav de derxistina pizîşkî û gihandina alîkarîyên mirovî. Yektîya Avropayê tekez dike ku divê gihandina alîkarîya mirovî ji alîyê herdu alîyan ve neyê sîyasetkirin.
Yekîtiya Avropayê û bi taybetî serokê konsêya Avropayê Şarl Mîşêl bi awayekî aktîv beşdarî pêvajoya asayîkirina peywendîyên di navbera Ermenîstanû û Adirbêcanê de bûn û herwiha ji bo pêşxistina dîyaloga navbera Bakû û Stepanakertê.
Herwiha pêwîstî bi pabendbûna jidil ya hemû alîyan li ser encam û paşeroja danûstandinan, li ser bingeha berjewendîyên hevbeş û baweriya hevbeş heye.







