Elametîya 9 ê mijdarê gerekê bibe rênîşa bona hevraxeberdanên di navbera Qerebagê û Adirbêcanêda: Marûkyan

Baylozê Ermenîstanêyî pirsên mexsûs Êdmon Marûkyan dide dîyarkirirnê, wekî di navbera Qerebagê û Adirbêcanêda gerekê hevraxeberdan pêk bên.Ewî daye dîyarkirinê, wekî rîya tek-tenê ewe, ku wekîlê Qerebaxê tevî Adirbêcanê dîyalogê pêk bînin. “Me li her dera gotîye, wekî ew yek gerekê nava doranên mêxanîzma navneteweyîda bê mîyaserkirinê”,- Marûkyan gotîye.
Ewî usa jî ew gunehkarkirinên opozîsîyayê înkar kirine ku Ermenîstanê destê xwe ji Qerebagê şûştîye.“Dokûmênta 9 ê mijdarê heye, ya ku dokûmênta tek-tenêye, qewata kîjanêye hiqûqî heye çimkî ew dokûmênt di navbera welatada hatîye îmzekirinê û serokê Adirbêcanê jî ew dokûmênt îmze kirîye.Wê dokûmêntêda çar cara derheqa Qerebagêda hatîye dîyarkirinê. Hatîye gotinê, wekî gerekê korîdora tevî Ermenîstanê hebe. Bi wê yekêva tevayî ew korîdor tenê bona derbazkirina xurek nîne, lê bona pêwandîya tevî Ermenîstanêye. Bo wê yekê jî ev dokûmênt gerekê bibe rênîşa bona hevraxeberdanên di navbera Qerebagê û Adirbêcanêda”,- Êdmon Marûkyan gotîye.







