SerekeSîyasî

Barzanîyê serokwezîr bangî civaka navneteweyî dike ku hindava komkujîya kurda gav bêne avîtinê  

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî komîsarê Organîzeya Netewên Yekbûyî, yê mafên mêriv Folkêr Tirk qebûl kirîye.

“Kurdistan  hesab dike wekî parastina mafên mêriv, qîmetîyên dêmokratîk û azayî gelekî girîngin.Em bang dikin ku pêşîya teribandina mafê miletê me bê girtinê”,- Mesrûr Barzanî facebook da nivîsîye.

“Em bangî civaka navneteweyî dikin, ku alî me bikin bo ku em bighîjine mafê xweye heq.Civaka navneteweyî gerekê îzinê nede ku careke mayîn cimeta Kurdistanê rastî komkujîyê bê”,- Mesrûr Barzanî nivîsîye.

Komîsarê organîzeyê bona hevkarîya tevî Kurdistanê usa jî nêzîkbûna hindava mafên mêriv silav kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button