SerekeSîyasî

Dîsa 115 penaber li Girê Sipî cîhwar kirine

Tirkîyayê komeke nû, ya ji 115 penabera cîguhastî Girê Sipî kirîye.

Kanîyên înformasîyon, yên li Girê Sipî elam kirine, wekî duh desthilatdarîya tirka dîsa 115 penaberên Sûrîyayê teslîmî polîsîya leşkerî kirine ku wana li wandera cîhwarkin.

Li gorî melûmetîyên tomerî, nava mehekêda ji Tirkîyayê  1493 penaber derxistine û cîguhastî bakûr-rojhilatê Sûrîyayê kirine.

Hatîye dîyarkirinê, wekî xêncî Girê Sipî penabera usa jî cîguhastî nehîyên Sûrîyayêye mayîn dikin. Bi tomerî hildayî ji Tirkîyayê nava meha tebaxêda nêzîkî 14000 penaberên Sûrîyayê cîguhastî Sûrîyayê kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button