H’emû nûçeSereke
Berdevkê serokê Rûsîyayê telîmên Ermenîstanê û ŞAY şirove kirîye

Bernamên desthilatdarîya Ermenîstanê, yên derheqa derbazkirina telîmên ermenîya-amêrîkîyada fesalbûnê pêşda tînin, bi taybetî nava halê roja îroyînda.Rûsîyayê înformasîyayên derheqa vê yekêda gotûbêj bike û wê dîna xwe bide hal. Derheqa wê yekêda, li gorî ragîhandina TASS ê, berdevkê serokê Rûsîyayê Dmîtrî Pêskov elam kirîye.
Hê pêşda wezîreta Ermenîstanêye prarastinê elam kiribû, wekî meha îlonêda telîmên ermenîya-amêrîkîyaye wê pêk bên, armanca kîjana ewe ku nava çarçoveya mîsîyayên aşîtîparêzîyêda dereca wê pêvajoyê bidine bilindkirinê.







