H’emû nûçeSereke

Piştî behsên derheqa berevbûna eskerên Adirbêcanêda me hejmara merivên mîsîyayê li wan beşên sînor zêde kirine: Markûs Rîtêr

Piştî belavbûna behsên derheqa ji alîyê Adirbêcanêda berevkirina eskera, yên li ser sînorên Ermenîstanê mîsîya Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstanê kontrola xweye li wan beşên sînor qewat kirîye, dîtindara  tiştê bi çevê xwe dîtî elamî Bryûsêlê kirine.Derheqa wê yekêda serokê mîsîya dîtindarîyê, ya Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstanê Markûs Rîtêr wextê hevpeyvîna tevî “Armênprêss” ê gotîye.

“Dema ku axaftinên derheqa berevbûna hêzên azêrîyada belav bû, me li wan beşên sînor hejmara merivên xwe zêde kirin. Me dîtinên xwe raberî  Bryûsêlê kirine. Me usa jî X ê da nivîsar raber kirine û me bang kirîye ku hal bidine milahîmkirinê. Tê bêjî hetanî niha ew yek xebitîye”,- Rîtêr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button