Organîzeya Netewên Yekbûyî lîstika tevî Adirbêcanê berdewam dike

Li rex dorgirtina Qerebaxê, ya ku îdî çend mehe ku berdewam dibe, Adirbêcan usa jî êrîşa înformasîyayên nerast berdewam dike.Nava doranên vê propagandayêda wezîrê Adirbêcanêyî karên der Cêyhûn Bayramov wextê seredana xweye li Swîsrê li Cênêvayê tevî seroka ofîsa Organîzeya Netewên Yekbûyî Tatyana Valovayê beşdarî vekirina oda bi navê “Adirbêcan” bûye, ya ku li avayê organîzeyêye dîrokîye.
Hatîye ragîhandinê,wekî wextê wê merasîmê Bayramov û Valovaya bi axaftin pêşda hatine, wextê kîjanê hatîye dîyarkirinê, wekî oda azêrî bona xebata ofîsa li Cênêvayê tiştekî kardare.
Wekîlên Organîzeya Netewên Yekbûyî tu cara necêribandine bighîjine Qerebaxê û bi xwe bibînin ku li wir çi diqewime, bona ku pêşîya agrêsor bigrin û rîya dorgirtî bidine vekirinê.Dewsa wê yekê Organîzeya Netewên Yekbûyî lîstika tevî Adirbêcanê berdewam dike û bi wê yekê tê bêjî piştgirîyê dide ku Adirbêcan xirabkarîyên nû mîyaserke.







