H’emû nûçeSereke
Ararat Mîrzoyan û Êbrahîm Reîsî pirsên ewlehkarîya herêmî û navneteweyî gotûbêj kirine

23 ê cotmehê, li Têhranê serokkomarê Komara Îranêye Îslamî Êbrahîm Reîsî wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan qebûl kirîye,- ji wezîreta Ermenîstanêye karên der elam dikin.
Wana bi razîbûn dane kifşê, ku li ser esasê rêzgirtina ji hev û biratîya hezar salî ya herdu gelan, di navbera herdu welatên cînar û dostda dîyalogeke sîyasî ya bilind pêk hatîye.
Wezîrê Ermenîstanêyî karên der û serokkomarê Îranê kûrbûna hevkarîyên Komara Ermenîstanê û Komara Îranê di warên cûre-cûre û pevketinên bi bandor û pêkanîna wan girîng hesab kirine.
Ararat Mîrzoyan û Êbrahîm Reîsî li ser pirsên ewlekarîya herêmî û navneteweyî jî axivîne.







