Ermenîstan gerekê tevî tu kesî nekeve nava pêwandîya, beşdarî tu berevbûna nebe û silavê nede tu kesî: Alên Sîmonyan derheqa bersiva Rûsîyayêda

Zelal dibe, wekî pêwandîyên tevî hevkara, yên li ser dikên nanveteweyî, ji alîyê Rûsîyayêda çawa gavên dijî rûsa tê qebûlkirinê. Ermenîstan gerekê tevî tu kesî nekeve nava pêwandîya, beşdarî tu berevbûna nebe û silavê nede tu kesî. Derheqa wê yekêda serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan kanala xweye Telgramê da nivîsîye.
“Ermenîstan gerekê “tifaqdara” xweva girêdayîbe, Ermenîstan gerekê her dem bitirse ku heger “tifaqdara” te tunebe, ewê bê kuştinê û ew yek gerekê her dem li ser serê ermenî dardakirîbe, bona ku “tifaqdar” hebe.
Ew yek jî hewaskare, wekî mesele, ew dikare bi mîlyarda dolara sîliha bifroşe Adirbêcanê, ya ku tevî Ermenîstanê nava şêrdane û borcdarîyên xweye li gorî qayîlnivîsara neqedîne. Gelo ev yek bi çi fikirdarîyêye?”,- Sîmonyan nivîsîye.







