H’emû nûçeSereke

Armanca me gerekê ewbe ku welatê me bibe yê herî bêqezîya:Paşînyan

Li gorî portal şirvoekirinê û înformasîyon, ya bi navê NAMBÊO ê hatîye lêkolînkirinê,wekî nava 142 welatada Ermenîstan cîhê  hevtadaye. Bajarê Yêrêvanê sirîya xweda nava 416 bajarên bêqezîyada cîhê 20 î daye, lê  li herêmê  cîhê ewlindaye.

“Armênprêss” ê ragîhandîye,wekî derheqa wê yekêda li wezîreta karên hundur raberî  Nîkol Paşînyanê serokwezîr kirine, dema ku raporta derheqa şuxulkarîya wezîretêda, ya sala 2023 a, hatîye raberkirinê.

Serokwezîr ji encamên dîyarkirî razî bûye û gotîye: “Bêguman, ev melûmetî gelekî yên başin û em razîne, usa jî hêvîdarin, wekî ji  alîyê îmîca navneteweyîda em pirsên  anegor datînin pêşîya xwe. Heger em roja îroyîn li gorî organîzeya navneteweyî cîhê  7 emîndanin, wî çaxî em gerekê pirsê daynin pêşîya xwe û diha pêşda herin, armanca me jî gerekê usabe, ku em bibine welatê herî bêqezîya.

Orgnanîzeyên tûrîzmê wextê sazkirina çûyîn-hatina guhdarîya mezin datînin ser vê yekê”,- Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button