H’emû nûçeSereke
Nîkol Paşînyan bi serdana xebatêye durojeva çûye Misirê

Serokwezîr Nîkol Paşînyan bi serdana fermîye durojeva çûye Komara Misirêye Ereba. Ev ji alîyê ofîsa serokwezîrîyê hatîye ragihandin.
Nava çarçoveya serdanêda, serokwezîr Paşînyan wê bi serokkomarê Misirê Ebdul Fetah Al-Sîsî re hevdîtineke taybet bike û piştre jî wê hevdîtin bi pêkhateyeke berfireh berdewam bibe.
Serokwezîrê Ermenîstanê wê bi serokwezîrê Misirê Mostefa Medbûlî, sekrêtarê giştî yê Yekîtîya Dewletên Ereba Ahmed Abdûl Xêyt, patryarxê dêra ortodoks ya Xptî Tavadrosê Duda, ji El- Ezher, şêx Ahmed Mehemed El-Talib hevdîtina pêk bîne.







