Sereke
Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê li cîhê telîmaye “Baxramyan” ê dîna xwe daye telîmên hêzên taybet

Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan, wezîrê senaya têknolocîyên bilind Mixîtar Hayrapêtyan û teşkîla serokatîya ştaba sereke li cîhê telîmaye “Baxramyan” ê dîna xwe dane telîmên hêzên taybet.
“Armênprêss” ê ragîhandîye,wekî hêzên taybet bi sîlihên cûre-cûre, usa jî dirona û mecalên radyoêlêktronî telîmên pircûre pêk anîne.
Wextê telîma, li wir usa jî cêrge kompanîyayên senaya leşkerî beşdar bûne û mecalên xweye nû cêribandine.







