Dîyarkirina sînora gerekê li kîderê berdewambe, bona wê gerekê bi birîyara tevayî konsêsûs sazbe: Paşînyan

Pirsa 32+1 gundên Ermenîstanêye dagirkirî emê tu cara ji rojevê dernexin.Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr li parlamêntê gotîye rojnemevana, dema ku ewî bersiva wê pirsê daye,wekî gelo li ser sivira hevraxeberdana pirseke konkrêt hatîye danînê, wekî mesele morkirina peymana aşîtîyê azêrî gerekê ji axa Ermenîstanêye dagirkirî, Cêrmûkê û Vardênîsê derkevin, yan na?
“Li ser sivirê ev yek danîye: niha komîsîyayên dîyarkirina sînora qeyde-qanûnê xebata tevayî bi hevra didine qayîlkirinê, ya ku gerekê bê îmzekirinê, paşê hundurê dewletêda bê lênihêrandinê û li ser bingeha wê yekê gerekê dîyarkirina sînora berdewamkin.
Li kîderê gerekê dîyarkirina sînora berdewambe, gerekê konsêsûs bi birîyara tevayî bê sazkirinê”,- Paşînyan gotîye.
Ewî paşê serda zêde kirîye: “Em sînorên nû çê nakin, sînor li wederêra derbaz dibe, li kîderêra derbaz dibe û ev yek prînsîpeke gelekî girînge.Li hinek cîha bona me bi dilêşîye, lê ew yek prînsîpa raste bona ku serbixwetî û ewlehkarî bê çareserkirinê”,-ewî gotîye.







