Dengê ku di qada navneteweyî de hat bihîstin ew kir hedefa Bekûyê: çapemeniya navneteweyî ya li ser îşkencekirina Rubên Vardanyan

Hejmarek ji medyaya navneteweyî behsa daxwaznameya tîma hiqûqî ya navneteweyî Ruben Vardanyan ku bi awayekî neqanûnî li Adirbêcanê girtî ye, raberî raportorê taybet yê Komîteya Neteweyên Yekbûyî ya li dijî îşkenceyê kiriye, ku tê de daxwaz ji komîtê dike ku îşkence û muameleya xerab li Adirbêcanê şermezar bike.
Ajansa Reuters bi taybetî ji zarê Jared Genser, şêwirmendê hiqûqî yê navneteweyî yê malbata Vardanyan, ku gotye: “Hêjayî balkişandinê ye ku Adirbêcan Rubên Vardanyan wek tehdîd dibîne û bi binçavkirinên keyfî û di dema dawî de jî bi îşkenceyê hewl dide wî bêdeng bike.Heger Adirbêcan dixwaze di qada navneteweyî de cidî bê girtin, divê demildest dev ji van çalakiyan berde û Vardanyan û girtiyên din yên ermenî serbest berde”,
Rojnameya Le Figaro ya fransî jî bi berfirehî amaje bi vê yekê kir û diyar kir ku xizmên Rubên Vardanyan ji rewşa wî gelekî bi fikar in. Rojname bi bîr xist ku Vardanyan yê ji ber xebatên xwe yên mirovahî ji bo xelata aştiyê ya Nobelê namzet bû, niha li girtîgeha Bakûyê tê îşkencekirin.
Rojnameyê gotinên kurê mezin yê Rubên Vardanyan Davîd Vardanyan yê ku ji wan re qala îşkenceyên ku hîn bûne kiriye. “Derfeta razanê û rûniştinê nehat dayîn. 2 roj ji ava vexwarinê bêpar mabû, ti tiştên paqijiyê tune bûne”,
Rojnameyê bi bîr xist ku 22 ermeniyên din bi Rubên Vardanyan re di zindana Bakuyê de nin, ku di nav wan de serokatiya berê ya Qerebaxa Çiya jî hene. Tê gotin ku Vardanyan çûye Qerebaxê û hewl daye alîkariyê bide gelê herêmê. Di dema mana xwe ya li wir de, wî karî bala civaka navneteweyî bikşîne ser pirsgirêka Qerebaxê û rewşa wir. Le Figaro nivîsiye: “Ew kesayetî û dengê Vardanyan yê karîzmatîk ye ku di qada navneteweyî de tê bihîstin ku ew kiriye hedefa dewleta Adirbecanê”,- Le Figaro ê nivîsîye.







