H’emû nûçeSereke
Reqema binelîyên dinyayê wê di nîveka salên 2080 yî de bigihêje 10,3 mîlyardî

Di nîvê sala 2024 a de, nifûsa gerstêrka erdê gihîştîye 8,2 mîlyard kesan û tê pêşbînîkirin ku di nav 60 salên pêş de 2 mîlyardên din zêde bibe, û heya nîvê salên 2080 êyî bigihîje 10,3 mîlyard kesan. Li gorî rapora “Armênprêss”ê, ev yek di raporta wezîreta kar û barên aborî û civakî ya Neteweyên Yekbûyî de hatîye gotin.
Neteweyên Yekbûyî pêşbînî dike ku nifûsa dinyayê di sala 2084 a de bigihêje 10,3 mîlyard kesan, paşê heya dawîya sedsalê dakeve 10,2 mîlyard kesan.
Di raporê de her wiha tê gotin ku jin li seranserê cîhanê li gorî sala 1990 î bi navînî zarokekê kêmtir tînin.







