Ermenîstan nikare hevraxeberdanên bona aşîtîyê pêk bîne, dema ku li ser serê wî sîlih danîne: EUObserver

Îsal hemcivîna klîmayê, ya Organîzeya Netewên Yekbûyî wê li Adirbêcanê pêk bê, li wî welatî, yê ku rêsûrsên ardûva girêdayîye û ew bi terbandinên mafên mêrivva navdare.Hukumata Adirbêcanê vê merasîmê çawa aksîya boy aşîtîyê hesab dike, bi taybetî bona pêwandîyên dijminatîyêye di navbera Adirbêcanê û Ermenîstanêda.Derheqa wê yekêda êdîtora EUObserver ê Êlêna Sançês Nîkolasê nivîsîye.
“Wedê avîtina gavên bona aşîtîya qewîn û wededirêj hatîye. Adirbêcan gerekê wê mecalê bide xebatê bona ku tevî Ermenîstanê aşîtîyê morke”,-wekîlê konsêya Avropayê van axirîya gotîye Euobserver ê.
Berî hevdîtinê, ya ku wê 11-12 ê mijdarê li Bekûyê pêk bê, aktîvîst û mafparêz bang dikin ku pêvajoya hilbijartina welata bidine dêmokratîzasîyakirinê û dewê dikin bona ku welatên ku civînê qebûl dikin yên piştgirên qîmetîyên klîmayê û mafên mêrivin.
Cîgirê serokê peymana global, ya Organîzeya Netewên Yekbûyî Pol Polman wextê qisê gotîye,wekî navkirina civînêye bona aşîtîyê, guhdarîya mezin kişandîye ser xwe.Bi fikira wî tehsîra Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û Yekîtîya Avropayê dikare halê li wî welatî bide guhartinê, bi taybetî gavên bona 280 girtîyên sîyasî û usa jî rojnamevan û aktîvîsta.
“Amadebûna sîyasî pirseke girînge, çimkî Ermenîstan nikare danûstandina pêk bîne, dema ku li ser serê wê sîlih hatîye girtinê.Heger ew meriv, yên ku Ermnîstanê raber dikin, hebsêdanin, ew nikarin beşdarî danûstandinên aşîtîyê bibin”,- ewî gotîye.
Feqet berdevkê wezîreta Adirbêcanêye karên der Ayhan Hecîzadê gotîye,wekî pêşîgirtinên usa tunene ku peymana aşîtîyê neyê îmzekirinê, lê tabîya Yekîtîya Avropayê çawa navçîgar hatîye teribandinê.
Êdîtora rojnamêye sereke bîr anîye wekî piştî agrêsîya Adirbêcanêye dijî Qerebagê, ya sala 2023 a, parlamênta Avropayê bang kirîye ku sanksîya dijî Bekûyê pêşda bikişînin û daye dîyarkirinê,wekî halê ku ermenîyên ji Qerbaxê revîne, mînanî paqijkirinên êtnîkîye.
Feqet dîplomatîya Yekîtîya Avropayê û Bekûyêye bona gazê û usa jî tabîya hinek welatên avropî, yên mînanî Macaristanê ku tevî Adirbêcanê nava pêwandîyadanin, îzinê nadin ku Avropa sanksîya pêşda bikişîne.Piştî destpêka şerê li Ûkraînayê, beşa gaza Adirbêcanê zêde bûye.
Hezîrana sala 2022 a, Adirbêcan û komîsîya Avropayê pevketine ku deranîna gaza Adirbêcanêye berbi Avropayê hetanî sala 2027 a dubarekin. Bi salên dirêj gotûbêjkirinên derheqa klîmayêda bona wê yekê bûne, bona ku guhdarî here ser wê yekê, ku welatên neftê bi êtapa ji deranînê paşda bisekirnin û êkonomîka xwe ji wê pêwîstîyê azakin.
Bi gotina xudana miqalê, nenihêrî wê yekê,wekî Adirbêcan dicêribîne qedirê xwe li dinîyayê bide qewînkirinê, Şêwira Avropayê destpê kirîye hindava Bekûyê diha berkbe.
Civîna klîmayê bona Adirbêcanê mecaleke ku aminaya xwe hindava mafê navneteweyî îzbatke û qewila bona civaka aza û serbest sazke. Nava 180 welatada Adirbêcan cîhê 164 a ne. Gilî derheqa azaya çapemenîyêdane.







