Elametîya Lavrov sînîzmê dide kifşê: ewên ku diteribînin Rûsîya û Adirbêcanin

“Ji zûva Pûtîn îşiqa kesk daye Elîyêv ku ew êrîşê bibe ser Ermenîsîtanê. Heger mecala Elîyêv hebûya ku pirsê bi rîya leşkerî helke, ewê zûva ew yek bikira.Pûtîn piştgirîyê dide ku Elîyêv bi hêza leşkerî korîdorê hilde”. Derheqa wê yekêda Êdgar Arakêlyanê sîyasîzan gotîye, dema ku ewî derheqa hevdîtina Pûtîn û Elîyêvda xeberdaye.
Çi ku derheqa elametîya wezîrê Rûsîyayêyî karên derdane, ku Ermenîstan sabotajê dike, Arakêlyan gotîye: “Elametîya Lavrov sînîzme, hema nava encamê kirinên rûsa-azêrîyaye qirêj, 8 xalên 9 ê mijadara sala 2020 î ji alîyê Rûsîyayê û Adirbêcanêda hatine teribandinê.Tu kes bawarîya xwe dîplomatîya rûsî nayne”.
Bi gotina Arakêlyan, Adirbêcanêra dest dide wekî dokûmênta 9 ê mijdarê bê betalkirinê: “Ya sereke pirsa korîdorekêye, lê ez nafikirim wekî pirsa korîdorê bona Rûsîyayê hewaskare.Badîhewa nîne wekî hema wezîrê Rûsîyayêyî karên der derheqa wê yekêda xeber dide, lê ne ku wezîrê Adirbêcanê”.







