H’emû nûçeSereke
Hejmara tûrîstên ku hatine Ermenîstanê bi 6,1 selefî kêm bûye

Hejmara tûrîstên ku hatine Ermenistanê di nîvê ewil ya îsal da li gor heman heyama par bi 6,1 selefî kêm bûye.
Li gorî rapora “Armênprêss”ê, wezîrê darayî yê Komara Ermenîstanê, Vahe Hovhannisyan, di rûniştina komîteya kar û barên krediya darayî ya netewî de, di dema pêşkêşkirina raporta cîbicîkirina bûdceya dewletê ya nîvê yekem ya sala 2024 a de, gotîye.
“Li gorî heman wextê par hejmara tûrîstên ku hatine Ermenistanê bi 6,1 selefî kêm bûye. Ev bi giranî ji ber kêmbûna bi 23, 6 selefî hejmara tûrîstên ji Rûsyayê ye. Di şûna wê de ji Gurcistanê, Îranê û Hindistanê hejmara geştiyarên me zêde bûne”.
Vahe Hovhannisyan anî ziman ku her çend li gorî sala borî kêmbûnek hebe jî li gorî sala 2019 a bi awayekî berçav bilindtir in.







