
Sala 2025 a Adirbêcanê bi 7 selefîva xercên parastinê û ewlehîyê bide kurtkirinê.Derbarê wê yekêda Armên Pêtrosyanê pispor gotîye Radar Armenia ê.
Pêtrosyan fikir elam kirîye,wekî berê ewlin li ber çeva tê kifşê, wekî Adirbêcan bi 7 selefîva xercên leşkerî dide kurtkirinê, lê meriv gerekê bizanibe wekî hetanî wî çaxî xercên goveka leşkerî gelekî bilind bûne.
“Ya duem ewe, wekî li rex kurtkirina xerca, perên diha mezin bona pirsên stratêcî tên başqekirinê: mesele, bona învêstîsîyayên li wan nehîyên Arsaxêye ku ketine bin kontrola Adirbêcanê.Dêmek, piştî guhartina qeyde-qanûnê dinîyayê, yan jî piştî îzbatbûna statûs-kivoya biçkû, dema ku lîstikçîyên navneteweyî û welatên cuda bicêribînin paqijkirinên êtnîkîye li Arsaxê bidine xebatê, wî çaxî ew dikarin van pirsa pêşda bikişînin”,-pispor gotîye.
Pêtrosyan gotîye ku heger Adirbêcan xercên leşkerî dide kurtkirinê usaye ew pere wê bona pirsên startêcî bêne xerckirinê, yên ku bi armanca xwe wê careke mayîn dijî ermenyabin.







