H’emû nûçeSereke
Seroka fonda Organîzeya Netewên Yekbûyî tê Ermenîstanê

Seroka fonda nifûsê, ya Netewên Yekbûyî Florêns Baûêr wê ji 8 a hetanî 10 ê cotmehê bi seredan li Ermenîstanêbe.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, ji ofîsa fondê elam kirine wekî armanca seredanê ewe, ku piştgirîyê bidine hukumata Ermenîstanê û hevkarên mayîn bona ku berxudana dêmografîk û stratêjîya dêmografî bidine pêşxistinê.
Wextê seredanê, xanim Baûêrê gotûbêjkirina tevî nevsên hukumatêye fermî, endamên parlamêntê, parêzerê mafên mêriv û wekîlên organîzeyên civakî pêk bîne.Wî çaxî usa jî serokê nû, yê ofîsa îdarêye li Ermenîstanê, raberî hukumata Ermenîstanê bike.







