H’emû nûçeSereke

Mîsîyona çavdêrîyê ya YekîtîyaAvropayê li Ermenîstanê sûcên alîgirîyê bêbingeh bi nav dike

Şandeya çavdêrîyê ya Yekîtîya  Avropayê ya li Ermenîstanê sûcdarîya “alîgirîyê” û “amadekirina provokasyonan” ya alîyê Adirbêcanê di rojên dawî de bêbingeh dibîne.

“Em li herêmê bi rêgezên xwe yên xebatê dewrîyeyên asayî pêk tînin. Di dewrîyeyê de tiştek neasayî nehat tomarkirin” ,-berdevka mîsyonê Anna Palmênê, ji “Azatûtyûnê” re gotîye.

Duh mêdyaya “Kalîbêr” ku ser bi wezîreta berevanîya Adirbêcanê ve ye, dîmenên çavdêrên ku bi dûrbînan nobetê digirin belav kiribû û îdîa kiribû ku “bi bikaranîna alavên taybet li axa Adirbêcanê çavdêrîyê dikin”. Her wiha di çapemenîyê de bêalîbûna çavdêran jî hate îdîakirin ku “xuya dibe ku provokasyonek tê amadekirin”.

Mîsîyona sîvîl ya bêçek ya Yekîtîya Avropayê tekez dike.-“Bêalîbûn prînsîpa me ya sereke ye û di peywira me de bi zelalî hatîye gotin”.

20 ê sibata sala  2023 a de, 100 çavdêrên mîsîyona çavdêrîyê ya Yekîtîya Avropayê gihîştin Ermenîstanê ji bo “tevkarîyê li aramîya navçeyên sînorî bikin, û her weha ji bo piştgirîkirina avakirina hawîrdorek ji bo asayîkirina têkilîyên navbera Ermenîstan û Adirbêcanê”. Mandata mîsyonê du sal e. Di dawîya meha kanûnê de, konsêya Yekîtîya Avropayê mîsyona xwe ya çavdêrîyê li Ermenîstanê berfireh kir û hejmara çavdêran derxist 209 a. Mîsîyon ji 6 ofîsên li Kapanê, Gorîsê, Cêrmûkê, Yêxêgnazorê, Martûnîyê û Îcêvanê bi tevahî karên xwe pêk tîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button