SerekeSîyasî

Pêrînçêk: Êrdogan û Bahçêlî ji bo projeya Kurdistanê îqna bûne

Serokê partîya Vatanê Dogû Pêrînçek îdîa kir ku Receb Tayîb Êrdogan û Dêvlêt Bahçêlî ji bo projeya Kurdistana Mezin îqna bûne.

Serokê giştî yê Partîya Vatanê Dogû Pêrînçek, li ser silavdayîn û peyamên serokê partîya tevgera netewperest  Dêvlêt Bahçêlî yên ji bo DEM partîyê axivî.

Dogû Pêrînçek behsa silava Dêvlêt Bahçêlî û Tûncêr Bakirhan kir û wiha gotîye:

“Ev dest li ku derê hatîye dirêjkirin?! Hûn dikarin li korîdora meclîsê rastî hevdö werin, di merasîmekê de rastî hevdu werin û destên xwe bidin hev.

Em jî dê destê wan bigirin. Ji xwe ya rast ew e ku mirov destê xwe dirêjî hevdu bike.

Dêvlêt Bahçêlî di civîna parlamêntoyê de li pêş raya giştî ji maseya xwe radibe û diçe ber maseyên DEM Partîyê û dest dide wan.

Ev bernameyek e, projeyek e û planek e. Çi ye ew plan, dixwazin plana Kurdistana di bin hîmayeya Tirkîyayê de dîsa bînin rojevê.

Ew destê hatîye girtin destê PKK ê ye. DEM Partî bi xwe PKK ye û ew bi xwe dibêjin PKK li pişt me ye û vê jî venaşêrin”.

“Amêrîka dixwaze Kurdistanê ava bike”.

Serokê giştî yê Partîya Vatanê Dogû Pêrînçek her wiha anî ziman:

“Bahçêlî diçe destê PKK ê digire. Çi cudahî nînin ha destê Ocalan hatîye girtin, ha destê Cemîl Bayîk hatîye girtin û ha jî destê DEM Partîyê hatîye girtin.

Ji xwe Bahçêlî jî eşkere kir ku wî li gorî planekê ew kar kirîye.

Amêrîka sala 1963 a û piştre jî sala 1988 a bi berdewamî pêşkêşî Tirkîyayê kirîye.

Amêrîka ji Tirkîyayê re dibêje: “bihêlin em Kurdistanê ava bikin û bidin hîmayeta we berê li bakûrê Sûrîyayê korîdora Amêrîka-Îsrayêlê vekirin.

Di her du şerên Kendavê yên sala 1991 ê û  sala 2003 a de li bakûrê Îraqê, wan dewleta Kurdistanê ava kir.

Lingê sêyem ê vê projeyê avakirina Kurdistanê ye li Amedê li nava axa Tirkîyayê.

Niha em dibînin ku ev proje dîsa hatîye rojevê û Tayîb ÿrdogan û Dêvlêt Bahçêlî jî ji bo vê îqna bûne”.

Çi bûbû?

1ê çirîya pêþin serokê MHP ê Dêvlêt Bahçêlî li Parlamentoya Tirkîyayê çûbû ber rêzên DEM Partîyê û bi destê hevserok û parlamenterên DEM Partîyê girtibû.

Bahçêlî destê xwe da hevserokê DEM Partîyê Tûncêr Bakirhan û silav li wî kir.

Dêvlêt Bahçêlî ji bilî Bakirhan, destê xwe dirêjî serokwekîlê grûpa DEM Partîyê Sêzaî Temelî, parlamêntera Wanê Pervîn Bûldan û parlamentarê Agirîyê Sîrî Sakîk.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button