H’emû nûçeSereke
Parlamêntvana Fransîyayê derheqa wê yekêda bîr arnîye wekî Adirbêcanê li Qerebaxê cîhadîst dane xebatê

Adirbêcan pêla fêyka girêdayî civîna COP 29 a ra amade dike. Derbarê wê yekêda parlamêntvana Fransîyayê, seroka koma Fransîyayê û Ermenîstanêye dostîyê, Ann Lorans Pêtêlê malperên sosîyalîda nivîsîye.
“Adirbêcana rast dewleta bênzînê û gazêye.Ew dewleta dijî mafên mêrive. Sala 2020 î Adirbêcanê li Qerebaxê cîhadîst û bombên fosforê dane xebatê. Sala 2023 a ewê dorpêçikrin û xelayî daye xebatê. Hûn bi xêr hatine CopOfShame ê /şermê/”,- ewê nivîsîye.







