H’emû nûçeSereke

Ermenîstan wê   sala 2025  a de lêçûnên parastinê bi 20  selefî zêde bike

Ermenîstan  sala 2025 de wê  664,7 mîlyard dram ji bo mîsogerkirina kapasîteya parastinê xerc bike. Li ser vê yekê  rûniştina hevpar ya komîsîyonên li meclîsa neteweyî ya sala 2025 a  wezîrê darayîyê Vahê Hovhannisyan  28 ê cotmehê   dema gotûbêjkirina byûcêya dewletê de gotîye.

Li gorî wî  55,8 selefê lêçûnên sermayê wê ji bo sêktora parastinê bê kirin. “Xercên vê beşê wê bibe 664,7 mîlyard diram, ku li gorî sala 2024 a bi 20 selefî zêdetir e”,- wezîr daye kifşê.

Di encamê de, lêçûnên parastinê wê 6 selefê berhema navxweyî pêk bîne. “Mesele, himberî sala 2024 a   0,7  selef zêdetire. Ji ber ku hemû hêza me li vir kom bûye, beşa herî girîng ya byûcêya me ye”,-Hovannîsyan gotîye.

Ji ber vê yekê, wek ku wî destnîşan kir, rayedarên Ermenîstanê potênsîyala heyî ji bo pêşxistina parastinê veberhênan dikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button