H’emû nûçeSereke

Makron derbarê piştgirîya xweda, ya bona projeya Ermenîstanêye bi sernavê “Xaçrêya aşîtîyê”, elam kirîye

Serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron derheqa girîngîya îzbatbûna aşîtîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda û usa jî qewînbûna li Kafkasîya Başûr xeberdaye. Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron, piştî hevdîtina tevî serokê Qazaxistanê Qasim Comerd Tokayêv gotîye wekî aşîtî dikare bibe û mecal heye di navbera herdu welatada peymana derheqa aşîtîyêda bê îmzekirinê.

“Ew yek bo berjewandîyên me hemûyaye ku li Kafkasîya Başûr qewînbûn hebe. Fransîya bi temamî piştgirîyê dide cedandinên We, gotûbêjkirinên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda”,-Makron gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê,wekî qewînbûna li Kafkasîya Başûr bona pêşketina pêwandîyên Yekîtîya Avropayê û Asîya Navîn girînge.

“Fransîya bi temamî piştgirîyê dide pêşxistina pêwandîyên di navbera Yekîtîya Avropayê û Asîya Navîn, usa jî xebitandina korîdora li Kafkasîyayê, ya bi saya projeyên serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyane bi sernavê “Xaçerêya aşîtîyê”,-Makron gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button