H’emû nûçeSereke

Moskva: Pûtîn “Xelata dostanîyê” da Zarayê

Serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn, xelata dostanîyê da hunermenda kurd Zerîfa Paşayêvna Mgoyanê ku wek “Zara” yê tê naskirin.

Serokatîya Rûsîyayê li ser xelatê daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîyê de wiha tê gotin:

“Ji ber keda wê ya mezin di pêşxistina çand û hunera neteweyî de, xebatên wê yên gelek salan yên bifêde, ez nîşana dostanîyê didim rêvebera giştî yê kompanyaya “ZARA” yê – Zerîfa Paşayêvna Mgoyanê”.

Merasîma xelatdayînê doh êvar li salona Katarînayê ya Krêmlê pêk hat.

Alîkarê yekem yê serokê Rûsîyayê Sêrgêy Kîrîyênko xelat da Zarayê.

Zara di merasîma xelatdayînê de axivî û dîyar kir ku ev xelat ji bo wê gelekî girîng e û berpirsyarîyeke mezin e.

Hunermenda kurd behsa serpêhatîya xwe ya hunerî kir û wiha got:

“Ez li Lênîngrada Sovyêtê hatime dinyayê û ez li gorî kevneşopîyên rojhilatî mezin bûme.

Bi dehan çand, kevneşopî û netewe parçeyên bingehîn yên dewleta me ya bêhempa ne. Ji bo min mûzîk zimanekî gerdûnî ye ku bê sînor û bê netewe ye.

Çalakîyên min her tim ji bo hevgirtina gelan bûne û dê wiha bin.

Ez her tim di wê bawerîyê de bûme ku di demên herî dijwar de ya ku mirovan digihîne hev çand e”.

Zara kî ye?

Hunermend Zara  sala 1983 a li Ermenîstanê ji dayîk bûye. Malbata Zarayê kurdên êzidî ne.

Malbata Zarayê salên 1990 î li Pêtêrbûrgê bi cîh bûye.

Zara sala 1997 a de di pêşbirka “Ûtrênnya zvêzda” de bû fînalîst û gelek xelatên mûzîkê standin.

Her wiha di salên 2000 î de tevlî gelek konseran û bernameyên mûzîkê bûye û bi hunermendên rûs re gelek konskr û bername çêkirine.

Zarayê sala 2021 ê tevî hunermend Şivan Perwer klîpeke bi navê “Welatê min” çêkir.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button