SerekeSîyasî

HSD: 5 çete hatin kuştin

Hêzên Sûrîya Dêmokratîk (HSD) li ser şerê li kantona Firatê ragîhand: “5 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn”.

Hêzên Sûrîya Dêmokratîk (HSD) ragîhandibû ku çekdarên mixalefeta Sûrîyayê yên bi ser Tirkîyayê ve hewl daye bikevin kantona Firatê ya Rojavayê Kurdistanê.

Navenda ragîhandinê ya HSD ê dîyar kiribû ku hêzên wan hewla ketina çekdarên Tirkîyayê li gundê Ebdokê yê rojavayê bajarê Girê Sipî yê kantona Firatê têk birîye.

“Hêzên me çete xistin kemînekê”

HSD ê li ser ancamên şer û pevçûyînan daxuyanîyeke nivîskî da û gotîye:

“Çeteyên dewleta tirk ya dagirker şeva berê hewl da bikevin gundê Ebdokê yê gundewarê rojavayê bajarê Girê Sipî yê dagirkirî.

Lê hişyarî û baldarîya şervanên me planên êrîş û ketinê têk birin.

Hêzên me çete xistin kemînekê, di encamê de pevçûyînan rû da û 5 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn. Pevçûyînê demekê ajot û di dawîyê de çete revîyan.

Ji bo ku çete cenazeyên xwe ji derdora gundê Ebdokê derxin, çeteyan û dewleta tirk ya dagirker bi çekên giran heta derengîya şeva berê bi zêdetirî 150 guleyên obûs û hawanan gund topbaran kirin.

Di encamê de zererên madî li mal û milkên xelkê bûn.

Dewleta tirk ya dagirker û çeteyên wê di nav de balafirên bêmirov jî bi hemû çekên giran herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûrîyayê hedef digirin da ku tirs û xofê bixin nava şênîyan û wan neçarî koçberîyê bikin”.

Dagirkirina Girê Sipî

Bajarên Girê Sipî û Serê Kanîyê yên Rojavayê Kurdistanê 9 ê çiriya pêşîn ya sala 2019 a ji alîyê Tirkîyayê û kom û komikên wê ve hatin dagirkirin.

Tirkîya û komikên wê yên çekdar kurdan neçar dikin ku ji axa bav û kalên xwe derkevin û ereb û tirkmenan tînin cîhê wan û bi vê yekê hewl didin dêmografîya wan bajaran biguherînin.

– Ji ber êrîş û dagirkirina bajarê Girê Sipî 100 hezar kes koçber bûn.

– Ji 100 gundên kurdan, 60 gund di bi bin dagirkerîyê de ne.

– Li şûna kurdan hezar û 845 malbatên çekdaran û erebên hawirde hatine bicîhkirin.

– Li wî bajarî 75 kes hatine kuştin û 17 kes birîndar bûne û astengdar mane.

– 89 kes hatine revandin.

– Kom û komikan dest danîye ser 5 171 mal, hezar û 180 dikan û 12 kargehan.

Ji wê roja ku Girê Sipî û Serê Kanîyê ketin bin dagirkirina artêşa Tirkîyayê û grûpên çekdar yên mixalefeta Sûrîyayê û heta niha, binpêkarîyên wek dizî, talan, tecawiz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkencekirinên li hemberî kurdên wê herêmê berdewam dikin.

Heta niha ji alîyê rêxistinên xwecîhî û navneteweyî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sîvîl hatine tomarkirin ku ji alîyê çekdarên girêdayî Tirkîyayê ve hatine kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button