H’emû nûçeSport

Sala 2027 a  çêmpyonata giranîbilindkirinê ya cîhanê wê li Ermenîstanê bê lidarxistin

Li ser vexwendina Faris Mistefa El-Kuhecî, sekreterê giştî yê komîteya olîmpiyadê, Arayîk Harutyunyan, serokê nivîsgeha serokwezîriyê li Menamayê, beşdarî kongreya fêdêrasyona navdewletî ya Giraniyê bûye.

Belgeya ku di kongreyê de hat îmzekirin, mafê Ermenîstanê yê organîzekirina grûpa cîhanê û erkên dualî yên di grûpa cîhanê ya sala 2027 a de piştrast kir.

Serokê karmendê di axaftina xwe de spasiyên xwe  raberî serokê fêdêrasyona navdewletî ya Girangiriyê Mihemed Celûd, sekreterê giştî Antonîo Urso û endamên din yên komîteya kargêrî kir ku derfetek wiha dane Ermenistanê.

Hat destnîşankirin ku di rastiyê de Ermenîstan di sala 2027 a de wê bibe navendeke sereke ya werzîşê, ji ber ku ji bilî çêmpiyonata girangiriyê ya cîhanê, lîstikên Frankofonyayê, çêmpîyonata gîmnastîkê ya Avropayê ku wan rojan li paytext Yêrêvanê derbas bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button