SerekeSîyasî

Piştî 13 salan derîyekî sînorî ji bo vegera penaberên Sûrî hat vekirin

Piştî 13 salan, derîyê sînorî yê Yaylidagê ji bo vegera penaberên Sûrî yên ji Tirkîyayê hat vekirin.

Piştî ketina rêjîma Beşar Esed li Sûrîyayê û vegera beşeke mezin ji penaberên Sûrî, derîyê sînorî yê Yaylidagê yê li parêzgeha Hatayê, hat vekirin.

Armanca vekirina vê derîyê sînorî yê bi Sûrîyayê re, ji bo hêsankirina vegera penaberên Sûrî û dirustnebûna qerebalîyê li derîyên din e.

Walîyê Hatayê Mustafa Masatlî dîyar kir, derî yekalî ye û wê penaber tê re derbasî nava xaka Sûriyeyê bibin.

Ji ber şerê navxweyî yê li Sûrîyayê, 13 sal berê derîyê gumrukê yê Yayladagê ya li Hatayê hatibû girtin.

Bi hilweşîna rejîma Esed re, Tirkiyayê gotibû ku êdî bi milyonan penaberên Sûrî yên ji şer reviyabûn dikarin vegerin welatê xwe. Di vê çarçoveyê de jî li deriyên sînorî yên bi Sûriyeyê re liv û tevgerek zêde çêbû.

Li gorî daneyên komeleya penaberan ya meha tîrmehê, li Tirkiyayê 3 milyon 96 157 penaberên Sûrî dijîn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button