
Berdevkê wezîreta Amerîkayêye karên der ragihand ku ew bi Tirkiyayê û HSD ê re li ser xetê ne û naxwazin şer derkeve.
Berdevkê wezîreta Amerîkayêye karên der Mêtyû Mîlêr di civîneke çapemeniyê de gotîye:
“Em li gel çend komên di nava Sûriyayê de di pêwendiyê de ne û çavdêriya rewşê dikin”.
Mêtyû Mîlêr destnîşan kir ku agirbesta di navbera Tirkiyayê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ku li derdora bajarê Manbîcê hat kirin heta dawiya vê hefteyê hatiye dirêjkirin.
Mîlêr her wiha diyar kir ku Waşîngton dixwaze agirbest heta ku dibebê dirêjkirin.
Berdevkê wezîreta Amerîkayêye karên der Mêtyû Mîlêr da zanîn ku şerê û pevçûnyînên li Sûriyayê ne di berjewendiya tu aliyan de ye û gotîye:
“Em bi HSD û Tirkiyayê re li ser nexşerêyeke paşerojê gotûbêjan dikin”.
Berdevkê wezîreta Amerîkayêye karên der anî ziman:
“Em naxwazin tu aliyek ji rewşa ne aram a heyî sûdê wergire û berjewendiyên xwe yên teng li ser hesabê berjewendiyên neteweyî yên Sûriyeyê berfireh bike”.







