H’emû nûçeSereke

Piştî dîyarkirina sînora li ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê wê hewcetî tunebe ku hêzeke  sêem amadebe:Paşînyan

Em dîsa beşdarî gotûbêjkirinên peymana aşîtîyêye tevî Adirbêcanê dibin.Eva îdî ji mehekê zêdetire ku me pêşnîyarên xwe girêdayî du xalên peymanêra şandine Adirbêcanê, lê bersiva wan hê nehatîye dayînê.Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr wextê hevpeyvîna tevî “Armenpress” ê gotîye.

“Em pêşnîyar dikin wekî fikira derheqa cîhwarnekirina hêzên welatên sêem li ser beşên sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanêye dîyarkirî belavbe û ev yek tiştekî nêzîkî aqilaye, çimkî hema li cîhên ku sînor dîyarkirîne, rîska êskalasîyayê kêm dibe. Piştî dîyarkirina sînora li ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê wê hewcetî tunebe ku hêzeke  sêem amadebe û Komara Ermenîstanê pêşnîyara vê fikirdarîyê dike”,-ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button