Gelo Nîkol Paşînyanê here Sankt Pêtêrbûrgê yan na?

Hukumata Ermenîstanê hê nedaye zelalkirinê ku gelo 26 ê kanûnê Nîkol Paşînyanê li Sankt Pêtêbûrgê beşdarî civîna şêwira Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî bibe yan na.
“Em wededa înformasîyayên derheqa seredanada didin”,-wextê qisa tevî Factor.am ê, serokê beşa înformasîyon, ya serokwezîrê Ermennîstanê, Armên Xaçatryan gotîye.
Pêşda alîkarê serokê Rûsyayê Yûrî Ûşakov dabû dîyarkirinê,wekî civîna şêwira Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî, bi hîvîkirina alîyê Ermenîstanê, ya ku serokatîyê nava organîzeyêda dike, gerekê li Sankt Pêtêrbûrgê pêk bê û Nîkol Paşînyanê jî civînê bide derbazkirinê.
4 ê kanûnê parlamêntvana ji opozîsîyayê Anna Grîgoryanê pirs dabû Paşînyan ku bona çi gerekê civîna organîzeyê li Sankt Pêtêrbûrgê bê derbazkirinê, lê ne ku li Yêrêvanê, çimkî Ermenîstan serokatîyê li organîzeyê dike. Nîkol Paşînyan jî bersiva wê pirsê dabû wekî ne hemû endamên yekîtîyêne wekî Ermenîstan dixweze qebûlke.







