Tramp endamên BRICS ê bi 100 selefî baca tehdîd dike heger ew dest ji dolarê amerîkî berdin

Serokê Amêrîkayê Donald Trump ragihand ku heger welatên BRICS diravê xwe biafirînin û ji bo danûstandinên hevbeş red bikin, wê bi rêjeya 100 selef baca gumrikê li ser kelûpelên ku ji bo Amêrîkayê tên îtxalkirin. Li gorî “Armenpress”, ewî ev yek li ser platforma xwe ya civakî ya Truth Social ragihandîye.
“Fikira ku welatên BRICS hewl didin xwe ji dolarê dûr bixin û em li bendê ne û temaşe dikin, bi dawî bû. Em ê ji van welatên ku xuya dikin dijmin daxwaz bikin ku ew ê diravek nû ya BRICS neafirînin û ew ê Donald Tramp nivîsand ku “piştgiriya pereyê din nekin ku şûna dolarê amêrîkî yê bi hêz bigire, yan na ew ê bi 100 selefî baca gumrikê re rû bi rû bimînin û divê li bendê bin ku xatirê xwe ji firotina aboriya mezin ya amêrîkî bixwazin”.
Li gorî wî, “şans nîne ku BRICS di bazirganiya navneteweyî de şûna dolarê amêrîkî bigire”.
“Her welatek ku hewl dide vê yekê bike, divê pêşwaziya bacên gumrikê bike û xatirê xwe ji Amêrîkayê bixwaze”,- ewî bi dawî kirîye.







