
Leşkerên Korêya Bakur îdî li enîya Ukraînayê nayên dîtin, New York Times radigihîne. Korêya Bakur leşkerên xwe yên herî baş şand ji bo alîkariya Rûsyayê di şerê wê yê li dijî Ukraînayê de, lê piştî çend mehan ji wendahiyên giran, ew ji eniyên pêşîn hatin derxistin, rojnameya amerîkî îdîa dike.
Çavkaniyên NYT îdîa dikin ku leşkerên Korêya Bakur bi qasî du heftean li eniya şer nehatine dîtin.
Rojnameyê nivîsîye, hatina nêzîkî 11 000 leşkerên Korêya Bakur bo Rûsîyayê di mijdarê de bû sedema alarmê li Ukraînayê û di nav hevalbendên wê yên rojavayî de, ku ditirsiyan ku bicihkirina wan bê wateya mezinbûna şer. Serfermandarê giştî yê hêzên çekdar yên Ukraînayê Alêksandr Sîrskî îdîa dike ku, tenê di sê mehan de, rêzên Korêya Bakur nîvî bûne.







