SerekeSîyasî

HSD: leşkerekî tirk û 4 çekdar hatine kuştin

HSD ê ragîhandye, di berxwedana li dijî êrîşên artêşa Tirkîyayê û çekdarê ser bi wê ve, leşkerekî tirk û 4 çekdar hatine kuştin.

Navenda ragîhandinê ya Hêzên Sûrîya Dêmokratîk (HSD) 2 ê sibatê di daxuyanîyekê de ragîhandye, hêzên wan di çarçoveya bersiva rewa ya li himberî êrîşên Tirkîyayê û grûpên çekdar de, çelakî li herêma pira Qereqozaqê û Manbîcê kirin.

Da zanîn jî, di 3 çalakîyan hêzên wan li herêma girê Qereqozaqê de, 4 çekdar hatin kuştin, 10 çekdar birîndar bûn û erebeyeke leşkerî hat jinavbirin.

Amaje bi wê jî kirîye, hêzên HSD ê li anîya bakûrê bendava Tişrînê, li kombûnên çekdaran dan û li wir jî kuştî û birîndarên çekdaran çêbûn, lê hejmara wan dîyar nekir.

Li gorî daxuyanîyê, hêzên meclîsa leşkerî ya Til Temirê çalakîyek kir û di encamê de leşkerekî tirk hat kuştin û 2 leşkerên din jî birîndar bûn. Herwiha pergaleke radarê û ya çavdêrîyê jî hatin jinavbirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button