
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazîya nûnerê taybet yê serokê Rûsyayê û cîgirê wezîrê karên der û şanda pê re dike, herwesa pê re danûstandinan li ser mijarên giring jî dike.
Serokatiya Herêma Kurdistanê parve kiriye:“Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya nûnerê taybet yê serokê Rûsyayê û cîgirê wezîrê karên der Mîxayîl Bogdanov û şanda pê re kirîye.
Di wê civînê de, danûstandin li ser berdewamkirina peywendiyên Rûsyayê bi Îraqê û Herêma Kurdistanê re, peywendiyên Hewlêrê û Bexdayê, weberhênana Rûsyayî li Herêma Kurdistanê, rewşa Sûriyayê û dawî pêşhatên Rojhilata Navîn hatin kirin.
Zêdebarî tekezkirina li ser xwesteka Herêma Kurdistanê ji bo pêşvebirina peywendiyên bi Rûsyayê re, Nêçîrvan Barzanî herwesa amaje da amadeyî û rolê kompaniyên Rûsyayî li Herêma Kurdistanê û xazima di warê alîkariyên ênêrjiyê de, herwesa spasî û rêz ji bo Rûsyayê tekez kirin ku di demên dijwar de alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye.







