H’emû nûçeSereke

Pûtîn daye dîyarkirinê wekî ji alîyê Rûsîyayêda nava halê li Ûkraînayê wê berdaxustin tunebin

Serokê Fêdêrasîyona Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn elam kirîye, wekî bona Rûsîyayê li Ûkraînayê ew cûrê aşîtîyê pêwîste, yê ku wê edilayê li ser pêrspêktîva dîrokî çareserke û nava qewilên  ewlehîyêda pêşkeftina stabîl wê hebe.Girêdayî vê pirsêra ewî daye dîyarkirinê,wekî ji alîyê Rûsîyayêda wê berdaxustin tunebin.

Vladîmîr Pûtîn qewilên bona sekinandina opêrasîyonên leşkerî raber kirine û gotîye,wekî berî her tiştî gerekê leşkerên ûkraînî ji qezayên Donêskê û Lûganskê, Xêrsonê û Zaporojîyê bêne derxistinê û usa jî Ûkraîna ji bûyîna endama NATO ê dûr bimîne. Serokatîya Rûsîyayê daye dîyarkirinê wekî paşdadayîna tu parçekî axê wê tunebe.Bi wê yekêva tevayî Ûkraîna garantîya ewlehîyê dixweze û bona wê yekê jî Avropa pêşnîyar dike aşîtîparêza cîhwarke.Feqet Moskvayê fikira derheqa aşîtîparêzên avropî qebûl nekirîye û înkar kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button