H’emû nûçeSereke

Ermenîstanê 750 mîlyon dolar  yûrobondên ku 10 sal wedên wan heye bi cîh kir

Sala 2025 a Komara Ermenîstanê  5 ê adarê  bi nirxê 750 mîlyon dolarî yûrobondên ku dema wan 10 sal e û bi rêjeya 7,1 selefe, bi awayekî serketî bi cîh kir.

Wezîreta  fînansa ji News.am re ragîhand ku ev pêncemîn car e ku Ermenîstanê yûrobond li bazara sermaya navneteweyî belav dike, bûyerek pir girîng ji bo welatê me, ku ne tenê tekezî li ser aramîya pergalên makroaborî û darayî yên Ermenîstanê dike, lê di heman demê de şahîdîya pêbawerîya bihêz, kûr û demdirêj ya sazî û veberhênerên navneteweyî li welatê me dike.

Di daxuyanîyê de hatîye gotin: “Pêvajoya dabeşkirinê rêgezên xwe hene, ev jî hin astengîyên li ser axaftina gel vedihewîne. Ji ber ku di vî warî de gelek pirs di nava gel de hene, tê plankirin ku piştî muhletê di rojên pêş de derhal kurtebirîng wbê organîzekirin. Em ê bi roj û sehetê pêş de zelaltir agahdar bikin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button