
Konsûlê giştî yê Ermenîstanê yê Hewlêrê Rafayêl Movsîsyan ragîhandîye ku helwesta hukumeta Herêma Kurdistanê ji bo parastina nasnameya civaka ermenîyan û nirxên wan yên çandî di herêmê de, cîhê rêzgirtinê ye.
Konsûlê giştî yê Ermenîstanê yê Hewlêrê Rafayêl Movsîsyan di hevpeyvîneke taybet ya bi pêşkeşkarê Rûdaw ê nwênêr Fatîh re gotîye:
“Ermenîyên li Herêma Kurdistanê di navbera têkilîyên Hewlêr û Yêrêvanê de roleke girîng wek pir dilîzin”.
Rafayêl Movsîsyan dîyar kirîye ku Herêma Kurdistanê ji bo jîyan û xebatê cîhekî pir xweş e û ew dixwaze vê derfetê bi kar bîne.
Têkiliyên bazirganîyê ji 250 mîlyon dolarî derbaz bûne.
Movsêsyan bal kişand ku têkilîyên bazirganîyê yên di navbera her du alîyan de van demên dawî geş bûye û gotîye:
“Li gorî daneyên fermî yên sala 2024 a, qewareya bazirganîyê ya di navbera Ermenîstanê, Îraqê-Herêma Kurdistanê de gihiştîye nêzîkî 250 mîlyon dolarî”.
Rafayêl Movsîsyan da zanîn ku ev hejmar ji bo welatekî biçûk wek Ermenistanê girîng e lê li gorî wan, potênsîyal gelekî zêdetir e.
Movsîsyan destnîşan kirîye ku di bazirganîya di navbera Ermenîstan û Herêma Kurdistanê de niha berhemên wek cigare, berhemên sewalan û qehwe hene û wiha domand:
“Hîn daneyên me yên temam nînin ji ber ku dabeşkirina daneyan ya cuda ji bo Îraqê û Herêma Kurdistanê nîne.
Lê ez dibînim ku gelek berhem hene ku hîn nayên nasîn. Em dixwazin cûreyên berheman zêdetir bibin.
Em bawer dikin ku cûreyên berheman dikarin gelek zêdetir bin”.
“Kurdistan ji bo karsazên ermenî bazareke balkêş e”.
Movsîsyan da zanîn ku şirketên cuda yên li Ermenîstanê dixwazin li Herêma Kurdistanê hilberîn û hinardeyê bikin wiha domand:
“Ez niha bi bazirganên ku dixwazin hinardeyê û hilberînê li Herêma Kurdistanê bikin re di têkilîyê de me.
Ev bazirgan û şirket sêktorên cuda temsîl dikin, ji hilberîna xwarinê bigire heta şirketên têknolojîya agahîyê dixwazin xizmetên xwe raberî Herêma Kurdistanê bikin”.
Movsîsyan dîyar kirîye ku têkilîyên nêzîk bi odeyên bazirganîyê re jî ava kirine û gotîye:
“Me demeke nêzîk civîn bi odeya bazirganî û pîşesazîyê ya Hewlêrê û odeya bazirganî û pîşesazîyê ya Silêmanîyê re pêk anîn.
Di van civînan de, me li ser girîngîya beşdarbûna heyetên bazirganîyê di fûar û pêşangehên ku li Ermenîstane û Herêma Kurdistanê têne lidarxistin de lihevhatinek çêkir”.
Hewldanên Kurdistanê ji bo parastina nasnameya ermenîyan tên teqdirkirin
Movsîsyan di nirxandina xwe ya li ser rewşa civaka ermenîyan ya li Herêma Kurdistanê de bi taybetî pesinê helwesta birêvebirîya herêmê da û wiha gotîye:
“Em bi civaka ermenî ya li Îraqe û Herêma Kurdistanê serbilind in. Em dibînin ku rêzeke mezin heye ji bo civaka ermenî li vir û ew jî bi awayekî bêdeng beşdarî pêşvebirina herêmê dibin”.
Konsûlê Ermenîstanê spasîyeke taybet ji birêvebirîya Herêma Kurdistanê re kirîye û gotîye:
“Ez spasîyên xwe pêşkêşî berpirsên Herêma Kurdistanê dikim ji bo hewldanên wan yên parastina nasname û çanda civaka ermenî.
Welatîyên me wek pireke girîng di navbera Ermenîstane û Herêma Kurdistanê de xizmetê dikin”.
300 xwendekarên kurd li Ermenîstanê dixwînin.
Rafayel Movsîsyan behsa hevkarîya di warê perwerdeyê de jî kirîye.
Ewî da zanîn ku niha nêzîkî 300 xwendekarên kurd li Ermenîstanê perwerdeyê dibînin, piranîya wan di fakûlteyên tibî de dixwînin û gotîye: “Helbet em dixwazin xwendekarên zêdetir ji Herêma Kurdistanê li welatê me bixwînin”.
Bi gotina wî salên dawî peymanên girîng di navbera sazîyên perwerdeyê de hatine îmzekirin.
Derbarêv vê yekê jî gotîye: “Peymanên dualî di navbera zanîngeha dewletê ya Yêrêvanê û zanîngeha Dihokê, di navbera înstîtûta mûzexaneya komkujîya Ermenîyan û zanîngeha Helebceyê û di navbera înstîtûta lêkolînên rojhilatê û zanîngeha Koyêyê de hatine îmzekirin”.
Hevkarîya çandî û xebatên UNESCO ê.
Movsîsyan tekezî li ser berdewamîya hevkarîya di warê çandî de kir û bal kişand ser xebatên di çarçoveya bernameya UNESCO ê de ya bi navê “Vejandina ruhê Mûsilê” û wiha gotîye:
“Komek pisporên ermenî ji înstîtûteke destnivîsên kevin ya pir naskirî li Ermenîstanê bi navê Matênadaranê, sala borî ji bo cara sêyemîn serdana Hewlêrê kir û xebat li navenda dîjîtalkirina destnivîsên rojhilatê ya li Hewlêrê pêk anîn.
Pisporên me di dema ku li vir man de, gelek belgeyên kevin rêstore kirin û ji pisporên navendê re çalakîyek berfireh li ser parastina destnivîsan û rêstorasyon pêk anîn”.
Potênsîyala geştûgûzarîyê û têkilîyên veguhastinê.
Konsûlê giştî behsa potênsîyala di warê geştûgûzarîyê de jî kirîye.
Movsîsyan dîyar kir ku niha seferên balafiran yên raste-rast di navbera Hewlêr û Yêrêvanê de hene û gotîye:
“Em dibînin ku geştûgûzarî di navbera Ermenîstan û Herêma Kurdistanê de, di mevsîmên havîn û payîzê de mezin dibe û bi pêş dikeve.
Havînê hin geştîyar tên serdana Ermenîstanê û her wiha geştîyarên me jî ji Ermenîstanê tên serdana Herêma Kurdistanê”.
Movsîsyan got ku ew li ser bi pêşxistinên cuda ji bo firehkirina hevkarîya geştûgûzarîyê dixebitin lê hîn negihiştine asta ku ew dixwazin.
“Êzidî pireke din ya di navbera her du alîyan de”.
Rafayêl Movsîsyan tekezî kir ku civaka kurdên êzidî ya ku li Ermenîstanê dijîn faktoreke girîng e di têkilîyên di navbera her du alîyan de.
Movsîsyan wiha gotîye:
“Gelek êzidî her sal Îraqê zîyaret dikin û diçin Lalişê. Em dikarin vê yekê jî wek pireke girîng di navbera Ermenîstan û Herêma Kurdistanê de bibînin”.
Konsûlê giştî anî bîra me ku civakên kurd û êzidî li Ermenîstanê bi du kursîyên di parlamêntoyê de têne temsîlkirin.
Movsîsyan, bersiva pirsa ku çima ev her du civak li Ermenîstanê wek komên êtnîkî yên cuda têne nasîn, wiha daye:
“Hukumeta Komara Ermenîstanê nasnameyeke taybet li ser xelkê ferz nake.Heger kêmanîyek xwe çawa pênase dike, em wê qebûl dikin.
Em nasnameyên xwe li ser kêmanîyên xwe ferz nakin”.
Têkilî li ser bingeha dostane û berjewendîyên hevpar in
Movsîsyan, di nirxandina rewşa gelemperî ya têkilîyên di navbera Ermenîstanê û Herêma Kurdistanê de nîgaşeke erênî pêşkêş kirîye:
“Dema ku em rojevên zengîn û çalakîyên xurt yên di navbera Ermenîstanê û Herêma Kurdistanê de dibînin, em dikarin bi hêsanî bibînin ku Ermenîstan girîngîyê dide têkilîyên bi Herêma Kurdistanê re.
Em van têkilî û hevkarîyên hem dostane hem jî sûdwergirtina hevpar dibînin”.
Movsîsyan hêvîya xwe anî zimên ku têkilî dê di paşerojê de zêdetir geş bibin û gotinên xwe wiha qedand:
“Ez hêvî dikim ku em dê di çend salan de, belkî di demeke zûtir de, encamên hevkarîya xwe bibînin”.







