H’emû nûçeSereke

Derheqa êskalasîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda û derheqa şêrda bîr bikin:Nîkol Paşînyan

“Em dibêjin,wekî di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda wê êskalasîya tunebe û wê halê sert jî pêşda neyê, lê aşîtî wê hebe”,-derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê axaftina xweye li parlamêntê gotîye.

Serokwezîr şirovekirîye ku bona çi usa dibêje.

Bona çi û çawa? Ermenîstanê û Adirbêcanê yekîtîya axa hevdu, serbixwetî, sînorên navneteweyî, nexebitandina qewatê nas kirine.Bi wê yekêva tevayî,ev yek ne tenê nava dereca sîyasîda, lê  usa jî ya nava hiqûqîdane.Him Ermenîstan û him jî Adirbêcan dêklarasîya Alma Atayê çawa prînsîpa normalkirina pêwandîya qebûl kirine.Nava wê elametîyêda jî sînorên komarên Sovyêta berê dîyarin û ew ji alîyê hemûyada tên naskirinê û tê birîyarkirinê,wekî beşdarî îşên heve hundur nebin û qewatê nedine xebatê”,-serokwezîr gotîye. Nîkol Paşînyan bangî hemû hêzên li Ermenîstanê û li Adirbêcanê kirîye ku  gelekî cabdarbin, elametîyên usa belav nekin, yên ku dijî vê fikirdarîyêne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button