SerekeSîyasî

Serokê Adirbêcanêyî parastinê li Têl Avîvêye: ew  rastî  wezîrê  Îsrayêlêyî  parastinê hatîye

Wezîrê Îsrayêlêyî parastinê Îsrayêl Kas  li Tel Avîvê wezîrê  Adirbêcanêyî parastinê Zakîr Hasanov qebûl kirîye ji bo bihêzkirina hevkarîyên ewlehîyê yên dualî. Ev yek di daxuyaniyekê de ji alîyê wezîreta Îsrayêlêye parastinêda hatîye ragîhadin, Times of Israel radigihîne.

Di hevdîtinê de, Kas pesina hevpeymanîya stratêjîk ya kûr ya di navbera her du welatan de da , bilind qîmet kirîye û bal kişand ser berjewendîyên hevbeş. Ewî spasîya Hasanov kirîye ku piştî êrîşa HAMAS ê ya 7 ê cotmehê piştgirî da Adirbêcanê û ji bo navbeynkariya di navbera Îsrayêlê û Tirkîyê de. Kas herwiha bal kişand ser encamên dengdana Adirbêcanê di pêşbirka strana Eurovisionê de, ku tê de Îsrayêl pileya herî bilind wergirtiye û ew nîşana rast ya dostanîya di navbera her du hukumet û gelan de bi nav kir.

Li gorî daxuyaniyê, her du alîyan li ser berfirehkirina hevkariya berevaniyê li hev kirine.

Dezgeha mêdyayî dinivîse ku ji ber nêzîkbûna welatê welatê Kaspîyê ji Îranê re, peywendîyên ewlehîyê yên li gel Adirbêcanê ji bo Îsrayêlê stratîjîk têne hesibandin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button