ÇandSereke

Brîtanya -çiraya hêvîyê û navê berxwedanê: 50 salîya hunera Şivan Perwer hatîye pîrozkirin

Li parlamentoya Brîtanyayê “Bernameya rêzgirtina 50 salîya -hunera Şivan Perwer” hatîye sazkirin

Siyasetmedar Osman Baydêmîr di merasîmê de dîyar kirîye ku Şivan Perwer dengê berxwedanê gelê Kurdistanê ye.

Li paytexta Brîtanyayê  Londonê ji alîyê Centre for Kurdish Progress ê bernameyeke taybet ji bo 50 salîya hunermendê kurd Şivan Perwer hatîye amadekirin.

Hunermend Şivan Perwer, siyasetmedarê kurd Osman Baydêmîr, siyasetmedarê Brîtanî Lord David Paul, wezîra kurd ya Brîtanî Fêrîal Klark, gelek parlamêntar, nûnerên saziyên sîvîl, rojnameger û kurdên dîyasporayê beşdarî bernameyê bûne.

Di destpêka bernameyê de Şivan Perwer bi kurtî behsa jiyana xwe ya hunermendî, astengên salên ewilî ku hatin pêşiya wî û jiyana xwe ya li sirgûnê kirîye.

Şivan Perwer behsa hunera xwe kirîye û gotîye:

“Beriya ku dest bi kurdî stran gotinê bikim, gelek heval û hogirên min şîreta bi tirkî stiran gotinê li min kirin lê min got ez wê nebim beşek ji wan hunermendên ku dibin perçeyek asîmîlasyona kurdan û stranan bo tirkan dibêjin.

Di destpêkê de min stranek bi kurdî ya bi navê “Ka Kurdistana min kanê” çêkir û di nav du-sê mehan de gelek deng veda.

Vê jî hêzek da min ku ez berdewam bim û gelek stiran min çêkirin. Ji ber gelek asteng û neheqîyan min gelek stiran bo miletê xwe çêkirin”.

“Min mûzîka xwe tenê bi kurdî çênekirîye. Gelek albûmên min bi zimanên din jî hene”.

“Brîtanyayê gelek dewlet ava kirine”

Ji ber nebûna dewleteke wek gelê xwe min jî gelek zehmetî kişand û hê jî em dikişînin, Brîtanya wek giravek li cîhanê gelek dewlet damezrandine.

A niha zimanê wan îngilîzî di nav 3 mîlyard kesan de tê axaftin. Amêrîka, Zêlandîya Nû, Kanada û gelek dewletên din bi destê Brîtanyayê hatin avakirin.

Em hêvî dikin Brîtanya Kurdistanekê bo me jî ava bike.

Seferek ji bo Herêma Kurdistanê  sala 1991 ê de

Perwer di berdewamîyê de behsa sefera xweya ya ji bo Herêma Kurdistanê jî kirîye û gotîye:

“Li ser vexwendina xanima yekem ya Fransîyayê Danîêl Mîtêranê ez cara ewil  sala 1991 ê  çûm Başûrê Kurdistanê.

Wê gavê em ji ser Îranê ve çûn. Ez bi guman bûm ku ji alîyê Îranê ve bêm girtin lê Mîtêranê ez wek şêwirmendê xwe yê rojnamevanî di lîsteya heyetê de tomar kirim”.

“Hêvîdar im pêvajoya li Tirkîyayê serkeftî be”

Hunermend Perwer amaje bi pêvajoya çareserîyê jî kirîye û gotîye: “Li Tirkîyayê ji alîyê hukumetê ve hinek hewldan bo guherînan tên avêtin û hêvîdar im ev pêvajo li wir serkeftî be û em jî herin wan pîroz bikin, bêjin sipas, destxweş, we karekî baş kir û we xwe guhert.

Osman Baydêmîr: te ruhê kurdistanîbûnê da me

Sîyasetmedarê kurd Osman Baydêmîr jî behsa hêz û bandora hûner û dengê Şivan Perwer kirîye û gotîye:

“Vêga ez lê temaşe dikim ez ne li vir im. Vedigerim zarokatîya xwe ku wê demê welatê me li zimanê me qedexe bû. Stranên me qedexe bûn.

Wê demê kurd bûn tiştekî gelek xeter û metirsîdar bû. Ji devla hemû beşdarbûyan ve ez dixwazim spasîyeke taybet pêşkêşî Şivan Perwer bikim ji bo hewil û keda ku heta niha bo hûnera kurdî daye.

Sipas bo dayîna ruhê kurdistanîbûnê bi dengê xwe.

Tu ji bo me wezîrê hûner û balyozê aşîtîyê yî di navbera kurd, ereb, fars û tirkan de. Pireke di navbera Başûr û Bakûr, Rojhilat û Rojavayê de”.

“Şivan navê berxwedanê bû”

Wezîra kurd ya brîtanî Fêrîal Klarkê jî behsa hûnera Şivan Perwer kirîye û gotîye: “Stranên wî di zarokatîya min de dihatin wateya berxwedan û têkoşîna kurdan li hemû herêmê.

Gelek baş tê bîra min gava em zarok bûn me guhdarîya strana “Ez Xelef im Xelef” dikir û dîlan digirt.

Eger ez îro li vir bim, kurd hê jî kurd ji bo mafê xwe di berxwe didin, yek ji wan sedeman jî stranên te ne ku îlhamê dide berxwedana gelê kurd”.

“Şivan Perwer çiraya hevîyê ye”

Damezrîner û rêveberê Centre for Kurdish Progress ê Îbrahîm Dogûs jî li ser bernameyê gotîye:

“Em gelek serbilind in ku vê xelatê didin Şivan Perwer, kesayetîyekî efsanewî ku mûzîk û peyamên wî bo gelek nifşên kurd û dostên Kurdistanê li çar alîyên cîhanê belav bûne.

Dilsozîya Şivan ya ji bo çand, zimanê kurdî û têkoşîna ji bo edaletê bi rêya hunerê ne kêmî tiştekî bêhempa ye.

Ev çalakî ne tenê rêzgirtinek ji bo karên wî yên bênavber e lê di heman demê de ji bo rola wî ya daîmî ye wek dengek ji bo gelê kurd û çirayeke hêvîyê ye di demên dijwar de”.

Piştî bernameyê her yek ji Lord Dêyvîd Paûl û Klark li ser navê Centre For Kurdish Progress ê xelata rêzgirtina dan.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button