H’emû nûçeSereke
Heykelên nû yên Ermenîstanê wê di lîsteya mîrata dinyayê ya YÛNÊSKO ê de cîh bigirin

Tê plankirin ku parestgeha Garnîyê, sîmfonîya Keviran û mîrata Ûrartûyê ya Yêrêvanê di lîsteya mîrateyên dinyayê ya YÛNESKO ê de cîh bigirin.
Li gorî nûçeya “Armenpress” ê, ev yek ji aliyê wezîra Ermenîstanêye perwerde, zanistê, çandê û werzişê, Janna Andrêasyanêda, di dema raberkirina rapora encamên cî bi cîkirina byûcêya dewletê ya sala 2024 a li meclisa neteweyî hatîye ragihandin.
Andrêasyanê anî ziman ku piştî navbereke dirêj, ji bo ku heykelên ermenîyan di lîsteya mîrateyên cîhanê ya YÛNESKO ê de cîh bigirin, raste-rast xebatên me didomin û wiha gotîye: “Piştî navbereke 29 salan me heykeleke nû kirîye lîsteya mîrateyên dinyayê ya YÛNESKO ê, kevirên Ejdeha û Pêyzaja çandê ya Tîrînê. Di vê lîsteyê de 2 -eykelên din jî hene”.







