H’emû nûçeSereke

Ez serdana xwe ya li Ermenîstanê bi awayekî erênî dinirxînim: sêkrêtarê giştî yê Konsêya  Avropayê

Di rûniştina havînê ya  Konsêya Avropayê   ya li Strasbûrgê, endama şandeya meclîsa neteweyî ya Ermenîstanê  Hrîpsîmê Grîgoryan, ji Alên Bêrsêî li ser bandorên wî yên serdana wî ya dawî ya Yêrêvanê û pêşketinên dêmokratîk yên li Ermenistanê pirsîye.

Sêkrêtarê giştî yê Konsêya Avropayê serdana xwe bi awayekî erênî nirxandîye û gotîye ku Ermenîstan di rêça rast de diçe.

“Têgihîştina min ew e ku em bi salan e xeyalên Ermenîstanê yên avropî yên bihêz dibînin. Girîng e ku ev bê tomar kirin. Rola Konsêya Avropayê ew e ku bi welatan re bixebite da ku pêşkeftina rast mîsoger bike. Ji bo vê yekê, li Yêrêvanê ofîseke me heye, ku min ew jî zîyaret kirîye. Li wir nêzîkî 50 karmendên me hene ku ji bo pêşxistina rêforman, bicîhanîna bernameyên cûre-cûre û veguheztina nirxan karekî pir girîng dikin”.

Ev pir girîng e, bandora min pir erênî ye. Ez fêm dikim ku li hemû welatan mimkûn e ku pirsgirêkên ku divê bên çareserkirin yan jî pirsan derxînin holê bên dîtin. Ev xwezayî ye. Lê belê, pêvajoya giştî jî girîng e. Bi raya min, pêvajoya Ermenîstanê baş e, ew di rêça rast de diçe. Ev girîng e, ji ber ku sala bê hilbijartineke girîng heye”,- sêkrêtarê giştî yê Konsêya Avropayê destnîşan kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button